Li Nisêbînê welatiyên ku dixwazin biçin malên xwe tên binçavkirin

14:03

JINHA

MÊRDÎN- Bendewariya welatiyan a ji bo çûyîna Nisêbînê ku bi mehane di bin dorpêçê de ye, didome û welatiyên ku diwazin biçin malên xwe jî tên binçavkirin.

Li Nisêbîna Mêrdînê dagirkirin ket roja 116’an û zextên li ser navçeyê didomin. Dora taxan bi têlan hatiye dorpêçkirin û navçe guheriye girtîgeha vekirî. Li her derê nokteyên kontrolê hatine avakirin û polîtîkaya zilma li ser welatiyan didome. Welatiyên ku tevî her tiştî dixwazin vegerin malên xwe di têketina navçeyê de bendewariyan wan didome. Welatiyê bi navê Emîn Alkan ku bi malbata xwere di têketina Nisêbînê de diket navçeyê bi hinceta ‘lêgerîna te heye’ hat binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê ve bi sedan welatî hatine qeydkirin û li gorî lîsteyê tên binçavkirin. Li aliyê din jî welatiyên hatine binçavkirin, îfadeyên ku polîsan amade kirine, pê didin îmzekirin û sewqî dozgeriyê tên kirin.

(ekîp/hu)