Li Tarsusê jinek hat binçavkirin

17:34

JINHA

MÊRSÎN - Li Tarsûsê di venêrîna rê de ji hêla cendirmeyan ve jina bi navê A.Y. hat binçavkirin.

Li Taxa Yenîceyê ya navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê di venêrîna rê de ji hêla cendirmeyan ve jina bi navê A.Y. hat binçavkirin. Hat zanîn ku jina hat binçavkirin ji Edeneyê ber bi Mêrsînê ve diçû û bi îdiaya "Endama rêxistinê" biryara girtina wê heye.

Hat zanîn ku A.Y. şandine Qereqola Cendirmeyan a Yenîceyê û piştî îfadedayînê dê bo dadgehê bê sewqkirin.

(zt)