ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li bajarê Mainzê Elmanyayê Navenda Jinan Viyan hewildide xwe bigihine hemu jinan. Jinên di meclisê de cih digirin bernameyek berfireh danîne pêşiya xwe û banga daketina qadan li hemu jinan kirin.
* Ji bo Mozn Hassan a ku yek ji navên giringe di Navenda Feministên Nazra yê de qedexeya gerê.
* Jinên li Çiyayê Şengalê di her aliyê jiyanê de xwe rêxistin dikin, niha ji dirunxane vekirin û bi xwe kincên xwe didirun.
*Jinên ku ji bo piştevaniya jinên Geverê bi pêşengiya KJA yê ji Stenbolê ketine rê, li Geverê serdanên cejnê dikin ji bo piştevaniya bi gelê Geverê re banga alikariyê li her kesê kirin.
*Nurellaya li Alsancakê bi şewqeyê xwe yê bi kulîlk û porê xwe yê hunandin dimeşe, bi salane li cadeyê fala tarotê dinêre. Çîroka esas ya Nurellayê jî ji serhildana li dijî şîdeta sîstematîk ya bi mêrê ku bi zorê pê re zewicî, avakirina jiyana xwe ya nû destpê dike.
*Piştî îlankirinên rêveberiyên xweser yên li Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve êrîşan dest pê kir. Yek ji van cihan jî navçeya Sûrê ya Amedê bû. Duriya Ayaz ya 23 sale li taxa Hasirli dijî wiha got: “Ez çûm min mala xwe dît. Ti tiştek nemabû. Dema qedexe rabe ezê biçim li ser xaka xwe kon vedim.”
*Zarokên Şirnexê ji bo cejnê di saetên sibehê de rabûn û kon bi kon geriyan. Lê di bin kêfa zarokan de hestiyarek hebû. Zarokên bi kêf yên konê berxwedanê gotin: “Bila birayê me Hurşît bê dîtin. Ew hevalê me bû. Em dixwazin şekirê xwe ji destê wî bigirin.”