Li Tarsusê jinek girtin

15:49

JINHA

MÊRSÎN - Li Tarsûsê jina bi navê A.Y. ya ku duh di dema venêrîna rê de ji hêla cendirmeyan ve hatibû binçavkirin, bi îdiaya "Endamê rêxistinê" hat girtin.

Li Taxa Yenîceyê ya navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê duh jina bi navê A.Y. ya ku bi hinceta biryara lêgerîna wê heye di venêrîna rê de ji hêla cendirmeyan ve hat binçavkirin, piştî îfadedayînên li Qereqola Cendirmeyan a Yenîceyê bo dadgehê hat sewqkirin. A.Y. ya ku bi hinceta "Endamê rêxistinê" derbareyê wê de biryara girtinê heye, ji hêla 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ve hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Her wiha hat zanîn ku li Taxa Yenîceyê li ber tarfîka herêmê ji hêla cendirmeyan ve kesekê bi navê Î.T. jî hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku Î.T. dema ji Edeneyê ber bi Mêrsînê ve diçû bi hinceta "Endamê rêxistinê" ye derbareyê wî/ê de lêgerîne hebûye. Î.T. yê ku şandin Qereqola Cendirmeyan, tê payîn ku piştî îfadedayînê dê bo dadgehê bê sewqkirin.

(zt)