Di çavê F yê 11 salî de Sur û berxwedêr
12:58
Medine Mamedoglu\JINHA
AMED – Li gori şahidî û vegotina F yê 11 salî li hember êrîşên ser dirok û belekê, di binhişiyan de herî zêde berxwedêr mane.
Li Sura ku bi gişti 6 caran lê qedexeya derketina kolanan hati ilankirin herî dawi ji 2 yê berfanbara sala 2015’an despêkiriye heya niha hîna berdewam dike. Li gel ku hikumeta AKP’ê di meha adarê de daxuyaniyên weke “qedexeya derketina kolanan” qediyaye jî hîna navçe dibin dorpêçêdene. Li Surê ne êrîşkar, yên şewitandin û hilweşandîn, bîranînên berxwedêran mane. Her devera ku ciwanên berxwedêr têre derbasbuyî her mirovên ku saetekê jî ew diti wan vedibêjin. Hem de zarok… F yê 11 sali ku ciwan ji bo wan qehremanbun li gel malbata xwe 29 rojan li herêma qedexe mayî wan deman vedibêje.
'Em her dem li gel wanbun'
F despêka çêkirina xendekan heya cihê dîtiye wiha vedibêje: “Despêkê hinek birayên me yên ji min mezintir hatin nava Surê xendek kolan. Despêkê ew çi dikin ez pir tênegihiştim. Gelek baş li me dinêrîn. Paşê di yekem qedexeya derketina kolanan de dema ku me li televizyonan dinêrî ji wan re ‘terorîst’ digotin. Lê ziyana wan ne ji bo me, ne jî ji bo derdorê nebu. Pişti wan nuçeyan êdî min jî alîkariya wan dikir. Em duçun gel wan diaxivîn, her çendi destur nedabana jî me alî wan xendek dikolan. Şev heya saet 03.00’an li gel wan dimam. Ez, birayê xwe û zarokên dinê yên taxê her dem li gel wanbûn, bi me re sohbet û henek dikirin.”
'Ez dixwazim bibim weke heval Andok'
F anî ziman ku her dem YPS û YPS-JIN alikariya wan dikir. F da zanîn ku li cihek nêzî mala wan Zozan û Andok ên YPS yî di çeperêdebûne. F demê xwe yê bi wan re jiyan kirî wiha vegot: “Min gelek ji her du yan jî hezdikir. Wan bi dehan caran jiyana min û dayîka min rizgarkirine. Leşkeran ji wan re ‘terorist’ digot û me hedef digirtin. Dema ku em ji bo girtina av û xwarinê derdiketin bi tang û topan êrîşî me dikirin. Dayik û bavê min her dem digotin: ‘Em bimirin jî dernakevin’. Min ji bo wan digot: ‘Hun derkevin jî ez dernakevim.’ Min ji hemu kesên li wê hezdikir. Lê min hin zêdetir ji heval Andok hezdikir. Ez dema mezin bibim dixwazim weke wi bibim. Ez gelek di nava şer de mam. Di wê demê de min tenê zilma leşker û polisan dit.”
'Bi tangan Hêlîn Şen topbaran kirin'
wiha berdewam kir: “Dema ku we ji derve dengê topan dibihîst, we dizanî kê dikujin. Mal bi mal digeriyan welati tehdid dikirin û ji malên wan derdixistin. Di dema qedexeyan de Hêlîn Şen a 12 salî bi sê guleyan qetilkirin. Wêdemê ez li bin dîwarê li kêleka wê debum. Welati li ber firinê di dorê debun. Wê ji ji bo girtina nan xwe xistibu ber diwar û dihat. Paşê tanga hema li hemberi wê, ew gulebaran kir, paşê jî ket erdê. Polisan nehêla welati cenazê wê ji erdê rakin. Heya cenazê wê li erdêbu ez jî ji cihê xwe derneketim. Paşê ji her derê deng dihat. Her kesê li derê dikanan dixistin, cenaze li erdêbu. Piştî wê buyerê ez hîn zêdetir diçum gel Andok wan. Dema ku em li gel wan bun nediketin şer.”
'Dema ku mezin bibim ezê jî weke berxwedêrên Surê bibim'
F bilêv kir ku mala wan xirabu lê tiştek li bîranînên wî yên nava Surê nehatiye û wiha dom kir: “Min digot: ‘Çi bibe bila bibe ez wan tenê nahêlim û dernakevim.’ Paşê rojekê hatin mala me jî. Dayika min ducanîbu, polisan li bavê min xistin. Wê demê çukên dayika min despêkirin, em neçar man derkevin. Bavê min soz dabu min emê cardin vegeriyabana Surê. Wê demê sibat bu berfir li erdêbu. Dema derketim ji min xatirê xwe ji wan nexwest, her roj diçim deriyê Surê. Ji bo parastina me ew li wêbun. Di hemu meşên Surê de li gel vî temenê xwe ji ez di navê debum. İhtimalên azadiya wan ez gelek kêfxweşdikirim. Paşê ez ji dayika xwe hinbum ku ew hemu şehid ketin. Her roj yek ji wan… Min ji dayika xwe re digot: ‘Ezê jî biçim gel wan.’ Dayika min jî digot: ‘temenê te biçuke.’ Ez jî li benda mezinbunê me. Ez ticarî wan jibîr nakim. Niha mala me û tiştên me şewitîne, lê biranînên wan hîna di cihê xwedenin. Ji bo carek din zindikirina wan biranînan û ketina nava wêderê li benda rabuna qedexeyê me. Ezê cardin biçim wê li gel malbata xwe li wê bijîm.”
(zt)