‘Divê em ji bo yên naxwazin bibînin û bibihîsin qêr bikin’
13:09
JINHA
STENBOL - Akademîsyen Sîbel Ozbûdûn ya nobeta kampanayaya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" a bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê dewr girt, diyar kir ku ew dê piştevaniyê bidomînin û wiha got, "Em dê rojekê bi hev re vî welatî, vê erdnîgariyê bi wekhevî û biratiyê veguherînin aşitiyeke rasteqîn."
Nobeta kampanyaya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" a bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê akademîsyen Sîbel Ozbûdûn dewr girt. Sîbel li gel xebatkarên rojnameyê beşdarî civîna nûçeyan bû û rojev nirxand.
Sîbel bi bîr xist ku di salên 90'î de nivîskariya Ozgur Gundemê kiriye û wiha got, "Xwezî ji bo yadkirina rojên berê ez li vir bûma." Sîbel anî ziman ku di salên 90'î de nivîsandina rastiyan talûke bû û xebatkarên Ozgur Gundemê dihatin qetilkirin û girtin û dest nîşan kir ku li gel bi dehan sal di ser re derbas bûne, hîn jî tu tuşt neguheriye û li heman cihî ye.
'Em dê veguherînin aşitiyeke rasteqîne'
Sîbel balê kişand tiştên ku gelê kurd dijî û girîngiya dengdayîna wan î li Tirkiyeyê û wiha got, "Mirovên li rojavayê vê erdnîgariyê dijîn, naxwazin ku pêkanînên li Kurdistanê xwe didin der bibînin û bibihîsin. Ev nedîtin û nebihîstina bi zanebûn hîn jî didome. Dema wisa be, çend kesên ku dixwazin dengê xwe bidin bihîstin, wek hedef tên nîşandan." Sîbel dest nîşan kir ku divê piştevaniya ku hatiye destpêkirin hê zexmtir bibe û wiha got, "Heke em piştevaniyê zexm nekin, em dê nikaribin vê dorpêçê derbas bikin. Divê em piştevaniyê zexmtir bikin. A girîng jî, divê em nîşanî kesên ku naxwazin bibihîsin û bibînin bidin."
Sîbel diyar kir ku ew dê piştevaniyê bidomînin û wiha got, "Em dê têkoşîna xwe bidomînin. Em dê rojekê bi hev re vî welatî, vê erdnîgariyê bi wekhevî û biratiyê veguherînin aşitiyeke rasteqîn."
(zt)