Dadgeha îstîsmara nav malbatê nedît, ceza da parastina cewherî!
13:20
JINHA
EDENE-Li navçeya Yuregîr a Edeyê di 8’ê Adara 2013’an de Derya Işik, hevjînê xwe Emrullah Baykuş, ku zaroka xwe bi îstîsmara zayendî re rû bi rû hişt, kuşt. Dadgehê cezayê Deryayê ku ji ber îstîsmarê hevjînê xwe kuştibû, danexist. Dadgeha bilind cezayê muebetê xwest û xwest hikmên tahrîka bêmaf jî bê pêkanîn û biryara dadgehê xera kir.
Derya Işik bi Emrullah Işik re bi mehra olî zewicî. Keça wan ya mezin diyar kir ku bavê wê îstîsmara zayendî lê dike. Derya li odeya keça xwe, xwe veşar û dît ku Emrullah keça xwe îstîsmar dike. Deryayê roja din Emrullah Baykuş kuşt. Derya teslîmê polîs bû û hat girtin. Zaroka hatî îstîsmarkirin û xwişk û birayên wê xist bin parastinê.
Cezayê Deryayê kêm nekirin!
Derya ku li 9’emîn Dadgeha Cezaya giran a Edeneyê hat darizandin got: “Min wek dayikekê ev hezm nekir. Ji ber vê min kuşt. Piştre jî ez teslîm bûm.” Zaroka mexdur jî li girtîgehê got bavê wê îstîsmara zayendî lê kiriye. Heyeta dadgehê cezayê Deryayê kêm nekir û cezayê muebetê dayê.
Biryar hat xerakirin
Dadgeha Bilind biryar da ku Deryayê kes di xewde kuştiye û ji ber di xewdeye û nekare xwe bi parêze, cezayê muebtê dayê û ji ber keça wê hatiye îstîsmarkirin biryar xera kir. Piştî biryar hatiye xerakirin Derya wê di rojên pêş de dîsa derkeve pêşberî dozger.
(sy\hu)