Jinên rojavayî dê bi projeyên xwe tevli Konferansa Şaredariyê bibin
13:48
Gulan Botan/JINHA
QAMIŞLO - Li Kantona Cizîrê ya Rojava, bi tevlibûna nûnerên 3 kantonan dê Konferansa Şaredariyan bê li dar xistin. Jinên ku berî demekê, konferansa xwe ya xweser li dar xistibûn, biryarên ku di wê konferansê de girtibûn, dê pêşkêşî vê konferansê bikin û bi awayekê fermî pêk bînin.
Jinên ku li Rojava pêşêngtiya înşayê dikin, di her qadê de xwe birêxistin dikin û ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî dibin hêz. Xebatkarên jin ên şaredariyê ku di sala 2013'an de xwe bi awayekê komîte birêxistin kirin, piştî destkeftiyên Şoreşa Rojava di sala 2014'an de bi awayekê fermî rêxistinbûyîna xwe avakirin. Jinên rojavayî ku di asta siyasî û leşkerî de pêşengtiya şoreşê dikin, di kar û xetabên şeredariyan de jî bi heman awayî dibin hêza pêşeng a înşayê. Ji bo bi rengê jinê pirsgirêkên civakî bên çareser kirin, berî demekê konferansa jinan a şeredariyê hatibû lidarxistin. Îro jî dê jin konferanseke şaredariyan a ku ji sê kantonan pêk tê li dar bixwin.
'Em bûn dengê civakê'
Endama Şaredariyê û Seroka Beşa Jinan a Rêveberiyên Herêmî Ruken Ehmed der barê tevlibûna xebatkarên jin ên şaredariyê û konferansa ku dê ji xebatkarên şaredariyan ên sê kantonan pêk bê de axivî. Ruken diyar kir ku der barê çareserkirina pirsgirêkên civakî û pêdiviyên jinan pêk anîn de, dikare beje we tam bûne dengê civakê. Ruken anî ziman ku ji bo ew di çareserkirina pirsgirêkên civakî yên jinan de cih bigirin, bi awayekê komîte xwe birêxistin kirin û wiha got: "Bi vî awayî me xwe birêxistin kir û em tevli xebatên şaredariyan bûn. Bi vesaziyên fermî yên piştî rêxistinê, şaredariyan xwe bi pergala hevserokatiyê rêxistin kirin."
Ruken da zanîn ku wan pergala hevserokatiyê di qadên herêmî û navendî de esas girtine û wiha bi lêv kir: "Xebatên me yên ku bi 5 kesan dest pê kir, her roja der bas bû hêjmara jinan zêde bû. Ji ber vê yekê der barê xebatan de me beşên xweser avakirin. Di van beşan de tenê jin bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibin. Bi vî awayî jin hîn zêdetir muxatabên xwe dibînin û pirsgirêkên xwe hîn zûtir çareser dikin. Jin yekser pirsgirêkên xwe bi hevşaredarên jin re par ve dikin. Ev ji bo jinan pêşketineke girînge. Weke jin xwe birêxistin kirin, birêvebirin û pirsgirêkên xwe çareser kirin ji bo me pir girîng bû. Ne ji rêzêbû ku jin derbikevin der ve û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi pêşengtiya jinên kurd me ev yek der bas kir. Li gel me pîvane, her xebatkarên jin divê di perwerdeyeke xweser re der bas bibe. Piştî demekê ev xebat basî xebata perwerdeya akademîk bû. Ev yek bi jinan re, bi xwe bawerbûnê dide avakirin."
'Di her qadê de me xwest em jinan katîf bikin'
Ruken ragihand ku bi Şoreşa Rojava re wan xwestiye di her qada jiyanê de jinan aktîf bikin û wiha domand: "Bi pergala hevserokatiyê re li hemû qadan ev yek derketiye holê. Berî Konferansa Şaredariyan, me guncaw dît ku em dest pê kê, konferansa xebatkarên jin ên şaredariyê pêk bînin. Der barê gelek mijaran de me biryar girt. Me gelek projeyên xwe di wir de şênber kirin û me rêziknameya xwe ya hûndirîn derxist. Me li ser jin dê çawan xwe di şaredariyan de birêxistin bikin, dê çawan mafê xwe û yê civakê biparêzin û pirsgirêkan çawan çareser bikin, nîşaq kir. Niha li gelek bajarên me loqente, park û terzîxaneyên jinan hatine avakirin. 62 şaredariyên me yên gundan û 14 jî şaredariyên me yên bajaran hene. Di hemû şaredariyên me de pergala hevserokatiyê hatiye bi cih kirin. 2 hezar zêdetir xebatkar di şaredariyan cih digrin, ji vana jî 700 zêdetir jin in. Di her beşa xebatên şaredariyê de jin cih digrin. Di biryar girtinan de jî jin û zilam xwedî heman gotinê ne. Hemû biryaran bi hev re digirin.
Biryarên 3 Kantona eleqadar dike dê bigrin
Ruken bi lêv kir ku Konferansa Giştî ya ku dê li Kantona Cizîrê bê li dar xistin de, dê der barê 3 Kantonan de biryar bên girtin û wiha axaftina xwe dirêj kir: "Hemû plan û projeyên me jinan amadene. Biryarên ku me berê ji bo rêxistinbûyîna xwe girtibûn, ji vir û şûn de ji bo her sê kantonan jî der bas dar bibe, em ê wan bi fermî bikin. Ji bo konferansa me bê naskirin di warê dîplomasiyê de, em ji gelek cihan re dawetiye şandiye. Lê li der dora me çemberek heye û bi awayeke zanebûn hatin û çûyînên gel me tên asteng kirin."
'Jin hêza çareseriyê di jinan de dibînin'
Muazez Xelef a ku di Rêveberiya Navendî ya Şaredariya Qamişlo de cih digre jî axivî û wiha bi lêv kir: "Di şaredariyê de 15 beşên cuda hene û di hemûyan de jin cih digrin. Civak niha zêdetir baweriya xwe bi jinan tîne. Ji bo çareseriyê jin berî xwe didin jinan. Hêza jinê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, mirov keyfxweş dike."
'Hevparbûyîna li ser heman xalan girîng e'
Endama Komîteya Ekolojî û Hevşaredariya Kontona Cizîrê Sema Bektaş jî diyar kir ku ew bi mehane amadekariya konferansê dikin û wiha axivî: "Piştî Şoreşa Rojava me bi xwe pêdiviyên xwe tespît kirin û em ê wisan konferansa xwe li dar bixwin. Di bunya şaredariyê de qadên nû hatin vekirin. Ji bo fermiyeta wan bê avakirin jî ev konferans girînge. Niha li gel û kantona Efrînê xebat cuda cuda tên meşandin, lê hin pîvan hene ku her sê kantonan eleqedar dike. Divê li ser van qaxalan em bibin yek û biçin rêxistinbûneke hevpar."
Sema da zanîn ku Komîteya Amadekar a Konferansê li ser heman pîvanên hevpar belge amade kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dosya hatine amadekirin. Me qanûn û rêzikname jî amade kirine û di konferansê de emê halê dawiyê bidinê. Pergala ku me pêş xistî, pergalek nû ye. Pergaleke wisan demokratîk heya niha di tu pratîkan de nehatiye dîtin. Her herêm biryarên der barê xwe de, bi xwe digrin. Dê konferansa me du rojan dom bike. Ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê dê ev konferansa me bibe zemîneke herî girîng."
'Divê jin cihê xwe di xebatan de bigere'
Nesrîn Hiseyîn ku di Komîteya Edaleta Şaredariyê de cih digre jî anî ziman ku weke jin di beşên ekolojîk û edaletê de cih girtin xwedî wateyeke cudaye û wiha got: "Ez bang li hemû jinan dikim ku werin em bi hev re xwedî li pirsgirêkên xwe yên giran der bikevin. Ew derfeta me heye. Ji ber ku edalet bi jinan tê naskirin."
(zk)