Gundiyan şewata li Çemê Reşanê berdewam dikir tefandin

16:35

JINHA

MÊRDÎN - Şewata ji aliyê helikopterên artêşa tirk ve li Çemê Reşanê xwe dabû der, piştî demekê ji hêla gundiyan ve hate tefandin.

Îro danê nîvro helikopterên artêşa tirk çoltera gundê Çemê Reşanê yê girêdayî Şemrexa Mêrdînê bombebaran kiribûn û di encamê de şewat derketibû. Şewata ku derket û berfireh bûbû, piştî demekê ji aliyê gundiyên derdorê ve hate tefandin.

Her wiha hat zanîn ku nêzî 150 donim erd şewitîye.

(kom/zt)