ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:02
* Endama Dîwana Ekolojiya KCD’ê salîha Aydenîz çavderiyên xwe yên li gundên Licê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat şewîtandin ragihand. Salîha destnîşan kir ku çawa dewlet ji bo talan kirina bajarên Kurdistanê xendekan hincet nişanda, ji bo tarîxbata xwezaya Kurdistanê jî tiryak nişan dide.
*Darên fekiya yên li ber Şehîdgehê hatibûn çandin û di bombebaranê de hatin şewîtandin û ji ber agîr çilmisîn bi destê jinê carek din tên şîn kirin.
* Ayşe Eke ya ku karê çêkirina ziv dike, di atoliyeya vekirî de bi teşedayina zîv debara xwe dike got: “Ger jin bixwaze tişta neke nîne.”
*Jinên Dîlokê têkildarî aqûbeta rêberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter de bang li serokkomar Tayyîp Erdogan kirin û gotin: “Dayika berfo 30 salî li hestiyên kurê xwe geriya. Heta cem Erdogan çû. Erdogan jê re got tişta pêk hatiye ne di dema min de ye. Kurê dayika Berfo ne di dema te de bû lê Hurşît di dema te de winda bû. Hurşît Kulter li ku ye.”