Konferansa Şaredariyên Rojava didome

09:21

JINHA

RIMÊLAN - 1. Konferansa Şaredariyên Rojava li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê destpêkir.

1. Konferansa asayî ya şaredariyên Bakurê Sûriyê-Rojavayê Kurdistanê di bin dirûşmeya “Şaredariyên Demokratîk bingeha pêşxistina Federasyona Bakurê Sûriyê ne” li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir.

Axaftina destpêkê ji hêla Hevşaredarê Kantona Cizîrê Cuzêf Lehdo hate kirin. Cuzêf got: "Ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk pêkanîna vê konferansê giringiyeke xwe ya mezin heye. Divê hemû xebatkarên me li ser bingehê ruhekî polîtîk û exlaq tevger û xebata xwe bidin meşandin."

Ji TEV-Dem'ê Henîfe Hisên axivî. Henîfe di nava axaftina xwe de qala pêvajoya şer a ku gelê Rojava tê de dijî kir û wiha got: "Bi saya şehîdên me em îro van rojên serkeftinê jiyan dikin. Em wekî gelê Kurd jî serkeftinan li her cihî li dijî dijminan xêz dikin".

Ji Kongreya Star Evîn Siwêd axivî. Evîn bal kişand ser gavên serkeftinê ku li Rojava tên jiyîn û wiha dom kir: "Tevî derfetên kêm jî me dît şaredariyên me karekî baş didin meşandin, jinan jî para xwe ya mezin di vê xebatê de girtine."

Her wiha ji rêveberiya şaredariyên Kantona Efrînê Kemal Efrîn, bi navê şaredariyên Kantona Kobanê Moro Hisên, bi navê şaredariyên bajarê Girê sipî Mehmûd Hecî axivîn.
Piştî axaftinan, sinefizyoneke li ser kar û xebatên şeradariyên Rojava-Bakurê Sûriyê hate pêşkêşkirin. Piştre dîwanek ji 5 kesan hat hilbijartin, her wiha rapora salê ya hersê Kantonan hate xwendin.
Konferans didome.

(rd/gb/hs)