Dayika Sisê: Piştî evqas xwinê bila kes li benda bêdengiya me nebe

10:57

JINHA

ŞIRNEX – Ji jinên Şirnexê dayika Sisê ji salên 90’an heya niha hem li hemberi politikaya çokdaninê hem jî li hember politikaya bişaftinê li ber xwe dide. Dayika Sisê da zanîn ku hemu deshilatiyên hatine ser kar êrîşî Botanê kirine û got: “Niha jî em dibînin cardin Şirnexê xiradikin, zarokên me di komkujiyê re derbasdikin. Zarokên me li hember tang û topên dewletê axa xwe parastin. Dewlet li hember berxwedana wan têkçu. Piştî vêqas xwînê bila kes li benda bêdengiya me nesekine.”

Politikayên dewletê yên çokdaninê nehat cih. Li gundê Sîne yê welatiyên Şirnexê di konan de li benda rabuna qedexeyêne. Ji dayikên Şirnexê Sisê wiha qala girêdana welatiyan bi axa wan re kir: “Em dikarin li binê darekê ji jiyanê avabikin, tenê kevirek me li ber sarayên Tirkiyê zêrin.”

'Min carekê ew êş jiyan kir'

Dayika Sisê bilêv kir ku ji bo ew axa xwe neterikîne li çiya kon vedaye, di kon de dijî û wiha berdewam kir: “Di salên 90’an de dewletê mala me bi destê xwe çêkirî xirakirin. Wê demê em ketin halek xirab û em neçarman koçber bibin. Lê bi ti awayî em hinî aliyê Tirkiyê nebun. Li wê hem hesreta me ya ji bo axa me, hem ji zoriyên me yên aboriyê gelek zêdebun. Em weke karkerên demsalê dixebitîn, perê me têra me nedikir. Piştî demekê em cardin vegeriyan axa xwe. Min cardi li derdora mala xwe ya xirabuyi jiyan avakir.”

'Zarokên me li ber xwe dan'

Sisê wiha dom kir: “Zarokên me li hember tangên dewletê li ber xwe dan. Her deshilatiya hati ser kar êrîşî Botanê kirine. Em niha jî dibînin Şirnex xirakirin û zarokên me di komkujiyan re derbaskirin. Zarokên me li hember tang û topên dewletê axa xwe parastin. Dewlet li hember vin û berxwedana wan têkçu. Em jî welatê xwe naterikînin, emê berxwedana xwe mezin bikin. Piştî evqas xwina hati rijandin bila kes li benda bêdengiya me nemine.”

(zt)