Gundiyan şewata li derdora Çemê Reşan dewam dikir tefandin
11:04
JINHA
MÊRDÎN - Şewata ku piştî teqîna li gundê Cewzatê li gundê Çemê Reşan, Xurs û Biloka hate derxistin piştî saetan hate tefandin. Ji ber agir bi sedan donim erd şewitî.
Piştî êrîşa bi wesayita bombebarkirî ya li dijî Qereqola Cendirmeyan a Cewzat ya Artuklu a Mêrdînê, helîkopterên artêşa tirk çoltera gundê Çemê Reşan bombebarkirin û şewat derket. Piştî bi saetan zevî hatin şewitandin, şewat ji aliyê gundiyan ve hate tefandin. Ji aliyekî din ve heman şewat li çoltera gundên Biloka û Xursê jî hatibû derxistin. Şewata ku li vir jî hate derxistin piştî saetan bi hewldana gundiyan hate tefandin.
(kom/zt)