ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Jinan li hember qirkirin û polîtîqayên dewletê yên koçberiyê ku li Lîceyê dayî destpêkirin wiha bertek nîşandan: “Gel PKK ye û PKK jî gele. Ji bo vê jî em tucar xilas nabin û em tucar dev ji axa xwe bernadin.”
* Zarokên di nava berxwedanê de bi navên ku girtine berxwedana dîrokî bê mirin dikin. Di dema berxwedana Surê de malbatan navên Zinar, Berxwedan û Rêber li zarokên xwe kirine û zarok li gorî wan navan jiyan dikin.
* Jinên nivîskar, siyasetmedar û femînîst bertek nîşanê tehdîda mirinê ya polîsan a li hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncelê dan û gotin ew li gel Sehabat Tuncelê ne û wiha gotin: “Tehdîda li wê hatiye kirin li hemûyan hatiye kirin. Ji ber vê jî divê piştevaniya jinê bê bilindkirin.”
*Terfa Çoko (Tekoşîn Dersîm) ku got ‘Ez rêya berxwedanê hildibijêrim û ji berxwedanê hez dikim’ û beşdarî şoreşa Rojava bû, salel berê di operasyonên ‘Pêngava Fermandar Rubar Qamişlo’ ya li dijî DAIŞ’ê hat destpêkirin de, li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.
* Meryem Kaygin a ku ev 5 sale li hember hişmendiya paşveruya civakê pêşdarazî dike ew û dayika xwe dikana zêr vekirin û li taxa Gulbahçe tenê esnafên jin ewin. Meryemê got: “Me bi hêza jinê hemû hişmediya baviksalarî rakir. “ Meryemê bang li jinan kir û got ku bila jin xwe bi xwe aboriya xwe avabikin.