Partiya Komînist a Libnanê li hember tecridê piştgirî dan kampanya îmzeyan
09:55
JINHA
QAMIŞLO – Partiya Komînist a Libnanê bi nameyek a ku ji Kongra Star re şandin piştgiriya xwe ya bo kampanyaya îmzayan a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hati despêkirin nîşandan.
Partiya Komînist a Libnanê bi nameyekê piştgiriya xwe ji Kampaniya imzeyan a ku Kongra Star ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin, anî ziman.
Nameya Partiya Komînist a Libnanê ji Kongreya Star re şandî wiha ye: "Hevalên li Buroya Dîplomasî a Kongra Star; em bi rêya vê nameya xwe piştgiriyê didin kampaniya we ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin. Em carekdin soza xwe ji bû rizgarkirina Ocalan ji girtîgehên dewleta Tirkiyê ya faşîst nû dikin."
Name wiha didome: "Wekî her demê Partiya Komînist bi xebat û têkoşînaçînên kedkar ye, bêyî ku cudahiyê têxe navbera gelan de li hember pirojeyên emperyalîzmê, paşverûtiyê û sehyûnîzmê ku tên meşandin e. Ji mafê her gelî ye ku bi çand û zimanê xwe jiyan bike. Ev zilma hovane ku li ser heval Ocalan û di derheqê têkoşerên gelê kurd de tê kirin, rijandina xwînê û êrîşên hovane ku li ser tên meşandin divê bi lez were sekinandin. Divê çareserî ji tevahî pirsgirêkên heyî re bi danûstandinên demokratîk, çareseriya siyasî û rêzdayîna mafê rewa yê her gelekî were dayîn."
Silavên hevaltî
Komîteya Peywendiyên Civakî-Partiya Komînista Libnanê
Beyrût 6/tîrmeh/2016”
(cg/hs/zt)