3 kesên xwestin biçin Nisêbînê hatin binçavkirin
14:30
JINHA
MÊRDÎN – Welatiyên bi navê Mahmut Başak, Evîn Duman û Fatma Akyuz ku ji ber qedexeya derketina derve ya Nisêbînê li derveyê bajar bûn û îro xwestin bi malbatên xwe re bikevin navçeyê hatin binçavkirin.
Li Nisêbîna Mêrdînê ku bi mehane dorpêç didome, bi êrîşan re furyaya binçavkirinê jî berdewam dike. Mahmut Başak, Evîn Duman û Fatma Akyuz ku ji ber qedexeya derketina derve ya Nisêbînê li derveyê bajar bûn û îro xwestin bi malbatên xwe re bikevin navçeyê hatin binçavkirin.
Welatiyan diyar kirin ku niha li Midûriyeta polîsan bi dehan welatî di bin çavan de ne û parêzeran jî got furyaya binçavkirinê ya li dijî ciwanên Nisêbînê hatiye destpêkirin, di nav de bi sedan welatî jî hene bi lîsteya nav tê meşandin.
(ekip/hu)