ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Leyla Necar diyar kir ku ew bi Şoreşa Rojava re ji jêr desthilatiya mêran xilas bûne, ji şivantiyê berê xwe da fêrbûna zimanê Kurdî û niha jî bûye rêvebira dibistanê.
*Fatma Mihemed dayika 8 zarokan, piştî ku zarokên wê mezin dibin, dizewicin hemu ji gel diçin û wê bi tenê dihêlin. Fatma niha bi firotina cilên kevin debara xwe dike.
*Bêrîvanên colemêrgê qedexeyan nasnakin û li warê xwe zozanan bêrîvaniya xwe berdewam dikin.
* Li Nisêbînê ev 5 mehe qedexeya derketina derve berdewam dike. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ji bo piştevaniya gelê Nisêbînê konê piştevaniyê ava dike.
* Damla Yildiz ya di temenê biçûk de bi guleya ku îsabetê bedena wê kir û pê felç bû û salek berê jî bavê xwe winda kir, dewleta ku sê mehan carê maeş didayê birîn. Damla Yildiz bi firotina pênûs û selpakan debara xwe dike. Damlayê diyar kir ku li otogara ku dixebite rastî îstismara zayendî tê û tevî hemû neyîniyan berxwe dide.
*Prof Dr. Zelîha Mete ji lîfên dar û sebzeyên bermayîn kaxizên xwezayî çê kir û wek bertekekê li dijî hilberînên endustriyele. Zelîhayê diyar kir ku veguhertina bermahiyên nebatan a li kaxiz û objeyên din wek ‘vegera li xwezayê ye’ û diyar dike ku lÎfên nebetan bi avabûna kaxizên xwezayî dikare ji hunerê re bibe alavek alternatîf û dikare pêşî li talana dar û derdorê bigire.
* Hikûmeta AKP’ê ya bi her wezîrê nû re pergela perwerdê diguherîne, bi Îsmet Yilmaz re ji 4+4+4’ê plan dike ku derbasî 3+3+3+4’ê bibe. Bi vê pergala nû re wê temenê destpêkirina dibistanê bikeve 4’an û wê polên beriya dibistanê û beşên têkildar bên girtin û wê zarok dewrê cihên perwerdehiya taybet bên kirin.
* Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku ji roja destpêka dorpêça Nisêbînê di nav gel de ye diyar kir ku divê ji bo Nisêbînê deng bidin.