‘Divê em ji bo dayika Taybet di nav piştevaniyê de bin’
12:02
JINHA
STENBOL - Nobedariya bi armanca piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê hat destpêkirin, Seroka 2’emîn a TYS’ê Suna Aras dewr girt. Sunayê got: “Ez îro li virim ji ber ku girîngiyê didim piştevaniyê. Ez her mirovên tên qetilkirin wek windahiya xwe dibînim. Divê em ji bo bebika Mîray û dayika Taybet di nava piştevaniyê de bin.”
Nobedariya bi armanca piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê ku bûye hedefa êrîş û lêpirsînin dewletê, hat destpêkirin 2’emîn seroka Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS) Suna Uras dewr girt. Suna ku beşdarî civîna rojnameyê bû, nûçe û mîzanpaja ronameyê bi xebatkarên rojnameyê re nîqaş kir. Sunayê di civîna rojnameyê de Musa Anter û Vedat Aydin bibîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Sunayê got: “Roboskê, bebika Mîray, kesên hatin şewitandin û pêvajoyê şer di dilê me de birîn hiştin. Vê pêvajoyê, pêvajoya 12’ê îlonê li pey xwe hiştiye, tevlîhev û tariye. Ez îro li virim ji ber ku girîngiyê didim piştevaniyê. Ez her mirovên tên qetilkirin wek windahiya xwe dibînim. Divê em ji bo bebika Mîray û dayika Taybet di nava piştevaniyê de bin.”
Sunayê di dawiya axaftina xwe de got: “Divê em bên cem hev. Me ji bo vê wek TYS’ê ji bo aştiyê çalakî pêk anî. Lê kesî ev nedî. Em xemgînin.”
(tm-odk/hu)