ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Dorpêça li ser Kantona Efrînê rê li ber pirsgirêkên nedîtina derman vedike û ev jî ji ber ve jî nexweşî giran dibin. Zarokê bi navê Hesen Elî ku divê ji gurçika xwe emeliyat bibe, çavên wî li benda destên alîkariyê ye.

*Sazî û rêxistinên jinan li Kantona Efrînê programa xwe ya rêze civînan ji bo agahdarkirina gel di derbarê kuştina jinan de diyar kirin.

*Zarokê bi navê Ehmed Suphî Fîla (Ebû Ehmed) tevlî çeteyê DAIŞ’ê tê kirin û tiştên ku di temenê xwe yê piçûk de jiya vegot.

*Şîdeta nav malê raste rast bandorê li ser zarokan dike. Bandoreke din ya vê şîdetê ya li ser zarokan jî ji ber şahidiya wan pêk tê. Mudaxaleya zû jî ji bo bandora neyînî ya li ser jiyana zarokê bê paqijkirin, gelek girînge.

* Li Çiyayê Şingalê gelek malbat durî pergala kapîtalîst di nav himbêza xwezayê de jiyan dikin.

*Li Sûrê ev 7 mehe qedexeya derktetina derve didome û jinên ku dibêjin 'yekane cihê ku em dikarin bîhna xwe lê bigirin' û Sûrê terk nakin, li ber derî û hewşan sohbetê dikin

* Şîdeta nav malê raste rast bandorê li ser zarokan dike. Bandoreke din ya vê şîdetê ya li ser zarokan jî ji ber şahidiya wan pêk tê.

* Jinên Rojava yên ji ber sedema êrîşên DAIŞ'ê ji Kobanê koçî Edenê kirin, zilma li Tirkiyeyê tê jiyîn dişibînin ya DAIŞ'ê.

* Înşata Nûkirina Îskele û Navendên Transferê ya Sererastkirina Qada Kabataşê' di 28'ê Tîrmehê de dest pê dike.

* Sekretera Giştî ya Egîtîm Senê Elîf Çuhadar, têkildarî plana hikûmeta AKP'ê ya 3+3+3+4 de axivî û got ev pêkanîn li dij rêgeza 'fêdeya zarokan' a peyaman mafê zarokan a Tirkiyeyê îmze kiriye.