Zarokê tevlî DAIŞ’ê bû rastiya çeteyan vegot
09:06
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN-Zarokê bi navê Ehmed Suphî Fîla (Ebû Ehmed) tevlî çeteyê DAIŞ’ê tê kirin û tiştên ku di temenê xwe yê piçûk de jiya vegot.
Ehmed Suphî Fîla yê 13 salî, ji Reqayê ye û di pola pêncan a dibistana Bedîr El Dîn dixwend. Ehmed bi rêya çeteyê bi navê Ebû Mihemed Menla Hemûş ku ji Sûriyê ye tevlî nava DAIŞ'ê hatiye kirin. Ehmed li Kantona Efrînê ji alî hêzên ewlekariyê tê girtin. Îtîrafên Ehmed ên ku mirovan matmayî dihêle wihane.
Ehmed tevlîbûna xwe ya çeteyan wiha anî ziman: “Ebû Mihemed Menla Hemûş cîranê me bû, hate cem min û ez mecbûr kirim tevlî DAIŞ'ê bibim. Ji min re got 'bavê te çûye Şamê, dayika te wefat kiriye. Birayê te li Lûbnanê ye. Kesek tuneye li te xwedî derkeve. Bavê te li Şamê zewiciye û pirsa te nake'. Lewma ji min re got tevlî DAIŞ bibe ji bo pere bidin te û tu bi tenê nebî. Li ser vê ev tevlî DAIŞ'ê bûm."
Piştî ku Ehmed Suphî tevlî nav çeteyan dibe, pir çeteyan jî nas dike û got: “Yek ji wan bi navê Qezem ji Reqayê bû. Di nav DAIŞ'ê de yên ji derveyî Sûriyê yên ji Çîn û Japonya jî hebûn. karê walîtiya Reqayê ji hêla Ebû Hemze ve dihate kirin. Wî bi tevahî bajar birêve dibir. Ez jî bûm endameke DAIŞ'ê, ez fêrî nimêj xwendin û şertên Îslamê kirim. Ji min re digotin Artêşa Azad, rejîma Sûriyê û Kurd kafirin û Îslamê qebûl nakin."
‘Nêzî 50 zarok li cem çeteyan bûn’
Ehmed diyar dike bi qasî 50 zarok di temenê 11 salî û pê ve li cem çeteyan bûn, ev tişt vegotin: “Em bi çavgirtî dibirin cihê perwerdeyê. Cihê perwerdeyê li bajarê Tebqayê bû. Kesên bi navê Ebû Tûrap El Tûnisî û duyemîn emîrê navenda El Hesbe (Maliyeya li Reqayê) Ebû Obeyda El Misrî bû. Me dersên şerîeta Îslamê û leşkerî li ser çekên sivik û giran didît. Di dawiya perwerdeya me de ez vegerîm navenda El Hesbe ya li Reqayê. Em li navendê 4 kes bûn. Ji wan 3 zarok û Ebû Obeyda El Misrî li ba me bû. Karê me ew bû ku em agahî bidin gel ji bo biçin nimêjê bikin. Ger nimêj nekirina, me ew dibirin navenda El Hesbe û li ser bingeha şerîetê me ew ceza dikir, piştî ku ji girtîgehê derdiketin nimêj dikirin û her tişta me ji wan dixwest pêk dianîn."
Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi zorê gelê sivîl tevlî perwerdeyên şerîetê dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevahiya gelê Reqayê tevlî perwerdeyên şerîetê dibûn. Kesên tevlî nebibûna jî, kafir dihatin bi navkirin û serê wan dihatin jêkirin. 2 kes li ber çavên min hatin kuştin. Yek jê ji rejîma Sûriyê bû û yê din jî Kurdekî bi navê Mihemed Menla Hemû bû."
Ehmed diyar dike wî di şerên li hemberî artêşa Azad û hêzên Kurd YPG-YPJ de cih girtiye. Li eniya Bab û nêzîk bajarê Helebê jî tevlî şer dibe. Ehmed vê agahiya girîng jî dide: “Ji ber zarok ji mezinan baştir fêrî bikaranîna çekan dibûn, ew di eniya pêş ya şer de bicih dikirin. Piştî 3 mehan ez birim navenda El Hesbayê. Yekîneya zarokên piçûk bi navê Eşîbal El Xilafe (çêlikên şêr ên xilafetê) bû. Li wir cilên Efxaniyan li me dikirin û kum datînan serê me. Em 24 saetan li navenda El Hesba nêzîk Qada El Sae bûn. Ez dernediketim tu cihekê. Ez bi emîr Ebû Turab El Tûnisî û Hac Ebû Mihemed re dimam."
‘Jin bi 250 dolarî difirotin’
Ehmed der barê kiryarên çeteyan de ev agahî dan: "Çeteyên DAIŞ'ê di şeran de jin dîl digirtin û her jinek esîr ketî bi 250 dolaran dihatin firotin. Ew piranî difrotin kesên sivîl yan jî endamên xwe."
Ehmed diyar kir ku ew dixwaze ji vê tarîtiyê rizgar bibe û got: “Min bi rêya înternetê agahî da bavê xwe ku ez tevlî DAIŞ'ê bûme. Bavê min bawer nekir û matmayî ma. Piştî têkîliya min qut bû bi wî re, min dest ji DAIŞ'ê berda. Ev saleke min bavê xwe nedîtiye û dayika min wefat kiriye. Min berê xwe da bajarê Ezazê da ku ez biçim Şamê li cem bavê xwe. Paşê ez hatim vir. Ji me re digotin Kurd kafirin, lê min bi çavên xwe dît ku ew ne kafirin û kesê/î nakujin. Hemû gel li dijî DAIŞ'ê ye, ji ber DAIŞ tenê zirar dide gel."
(hs/hu)