Evîn Karaçelîk a HPG yî ber bi bêdawiyê ve hat rêkirin
13:17
JINHA
MÛŞ - Evîn Karaçelîka HPG'yî ya li Elkê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, li Kopa Mûşê hat definkirin.
Evîn Karaçelîka (Gulbahar Demhat) HPG'yî ya di 5'ê Tîrmehê de di êrîşa hawayî de li gel 4 hevalên xwe li Elkêya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li gundê Sirtalî yê Kopa Mûşê ji hêla bi sedan kesî ve hat definkirin. Cenazeyê Evîn a ku ji hêla malbata û xizmên wê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat girtin, li ser rêya Bedlîs-Mûşê ji hêla bi sedan kesî ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin û ber bi gund ve hat rêkirin. Konvoya cenaze anîn Taxa Zaferê, li têketina gund ji hêla gundiyan ve hat pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund, darbesta Evîn bo goristanê hat veguhastin û bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" hat definkirin.
Li gel rêveberên DBP û MEYA-DER'ê gelek welatî beşdarî merasîma cenazeyî bûn û li gel sirûda "Çerxa Şoreşê" rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP'a Mûşê Hatîce Şeker axivî û diyra kir ku Evîn alaya Arîn, Sara û Berîtanan wergirtiye û layiqî wan têkoşiyaye. Hatîce got, "Heta ku têkoşîna me yî pîroz bi aşitiyeke rûmet bi encam bibe, dê bidome."
Dayika Evîn, Asiye Karaçelîk jî got ku keça wê ne tenê şehîda malbatê ya hemû Kurdistanê ye. Asiye dest nîşan kir ku ew ji bo jiyîneke azad wan di temenê xwe yî kurt de têkoşîneke bêhempa hêwirandine û banag yekîtiyê li gelê kurd kir û got, "Di encama têkoşîna zarokên em dê xwe bigihînin jiyîneke bi şeref."
Piştî merasîmê girse çu konê sersaxiyê.
(zt)