ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Malbatên ku ji gundewarên Bakûrê Helebê û Herêma El Şehba koçber bûne, ber bi Kantona Efrînê ve hatine, niha li wir bi cih bûne. Kampa Rûbar bi hezaran koçberan xwedî dike. Lê derfetên sereke yên jiyanê kêm in, ji rêxistin û saziyên navnetewî tu alîkarî ji van koçberan re nayê kirin.

*Kerime Kulter, 47 rojin bi fîstanê şînê esmanî li benda Hurşît Kurlter e. Bi hiş û dilê her kesê "Roja guhertina fistan nêzbibe..."

*Rojnameya Ozgur Gundemê ku di nav de nivîskar, nûçegîhan û belavkarên wê jî heye 27 xebatkarên xwe di kuştinên kiyar nediyar de winda kir û niha 24 salên xwe li pey xwe dihêle. Zext û girtinên li ser rojnameyê didomin. Rojnameya ku kevneşopiyek nayê bêdengkirin tê,wek gerînendeya giştî ya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz gotiye: “Ti heye ku em yên nû ava bikin, ti heye ku em bi rupelan binivîsin.”

*Jinan ji bo hevşaradara Erdîşê Dîba Keskîn ku li Erdîşê ji ber beşdarî daxuyaniya ‘rêveberiya xweser’ bû hat girtin, diyar kirin ku wê li dijî zîhniyeta dewletê ya mêr têkoşînê bimeşînin û gotin: “Îro dîsa hilbijartin çêbibin em dîsa Dîbayê hildibijêrin. Em heta dawiyê piştgiriyê didinê. Emê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têbikoşin.”