Li 13 gundên Farqînê qedexeya derketina kolanan
09:15
JINHA
AMED - Walîtîya Amedê li 13 gundên Farqînê "Qedexeya derketina kolanan" îlan kir.
Walîtîya Amedê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li 13 gundên Farqînê "qedexeya derketina kolanan" îlan kiriye. Walîtiyê da zanîn ku li herêmên Kelovan Tepe , Hizin Tepe, Medevir Tepe, Çatak, Çatakkopru, Cevzala Tepe operasyona leşkerî pêk anîne. Di çarçoveya operasyonê de li gundên Ormandişi, Babakaya, Çatak, Kayadere, Gurpınar, Arıkoy, Taşpinar, Çigdemlî, Demirkuyu, Kazandagi, Bahçe, Eskiocak, Çatakkopru ji saetê 04.00’'ên 14'ê Tîrmehê û şûnde Derketina kolanan hatiye qedexekirin. Walîtiyê ketin û derktina herêmê jî li welatiyan qedexe kir.
(zt)