Li Nisêbînê qedexe rabûye lê hilweşandin didome
09:59
JINHA
MÊRDÎN - Walitiya Mêrdînê tekîldarî qedexeya derketina derve ya li ser Nisêbînê ku ev 123 roj in berdewam dike daxuyanî da û diyar kir ku ji derveyê 6 taxan qedexe dê 19 Tîrmehê roja sêşemê rabe.
Walitiya Mêrdînê tekîldarî qedexeye derketina kolanan a li ser navçeya Nisêbînê ku di 13'ê Adarê de dest pê kir û 123 roj in didome daxuyaniya nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dê di 19'ê Tîrmehê roja sêşemê qedexeya li Nısêbînê rabe lê li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Yenîşehîr, Dîcle, Kişla û Zeynelabîdîn ku êrîşên giran li ser van taxan pêk hatîbû, qedexeya derketina kolanan dê bidome. Walitî bi vê yekê dest nîşan dike ku hilweşandina li ser van her 6 taxan dê berdewam bike.
(kom/zt)