Li Babê çeteyên DAIŞ'ê hezar û 200 sivîl revandine

10:30

JINHA

EFRÎN – Koçberên Babê yên hatine Efrînê diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ’ê di mehên hezîran û tîremehê de derdora hezar û 200 xizmên wan ên sivîl revandine. Koçberan destnîşan kirin ku çarenûsa xizmên wan heta niha nayê zanîn.

Komên çete yên DAIŞ’ê li herêma Babê ya Şehbayê kiryarên li dijî mirovahiyê dikin. Ji ber kiryarên çeteyan bi hezaran welatiyên herêma Babê koçber bûne û berê xwe dane kantona Efrînê. Koçberên li Efrînê bi cih bûne, dan zanîn ku komên çete rojane welatiyên temenên wan di navbera 10 û 80 salî de direvînin û wan dibin cihên nediyar. Koçberan careke din bang li Hêzên QSD’ê kir ku wan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.

Koçberan destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ û çeteyên ‘Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê’ bi heman zihniyetê tev digerin û gotin: “Herdu alî jî welatiyên sivîl direvînin û bê sûc qetil dikin.”

Koçberan gotin ku çeteyan di hezîran û tîrmehê de tenê ji herêma Babê derdora hezar û 200 welatiyên sivîl revand û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

(zt)