Li Farqînê piştî qedexeyê operasona leşkerî despêkir

10:38

JINHA

AMED - Li 19 gundên Farqînê bi qedexeya ketin û derketina gundan re operasona leşkerî jî dest pê kir.

Walîtîya Amedê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li 19 gund û gundikên çotara Farqînê "qedexeya derketina kolanan" îlan kiriye. Walîtiyê da zanîn ku li herêmên Kelovan Tepe , Hizin Tepe, Medevir Tepe, Çatak, Çatakkopru, Cevzala Tepe operasyona leşkerî pêk anîne. Di çarçoveya operasyonê de li gund û gundikên Malaelîkê, Dêrikamiqûrê, Siltêniyê, Xapa, Cîcika, Şevlera, Malabadê, Ferhend, Kanîsipî, Herşen, Taxikê, Kurbeyt, Baxçe, Sextê, Huseynka, Beynat, Tîrkevank, Mistika, Başimtê ji saetê 04.00’'ên 14'ê Tîrmehê û şûnde "Derketina kolanan hatiye qedexekirin. Walîtiyê ketin û derktina herêmê jî li welatiyan qedexe kir.

Piştî qedexeya li gund û gundikan dest pê kir operasyona leşkerî jî li herêmê dest pê kir. Hat zanîn ku bi dehan maşîneyên zirxî yên leşkerî ji Amed û Êlihê sewqî Farqînê hatin kirin. Hat zanîn ku leşker bi ser hin gundan de digire.

Hat zanin ku duh bi tevlîbûna cerdevan û tîmên taybet gelek leşker li herêmê hatibûn bicih kirin û li hin gundan av û ceyran ji ser welatiyan hat qutkirin.

(zt)