Li Çiyayê Gabarê operason

16:25

JINHA

ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê bi tevlîbûna leşker û cerdevanan operasyona bejahiyî hat destpêkirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin şevê din bi tevlîbûna leşker û 6 tîmên cerdevanên bajaroka Qesirgê ya navçeya Cizîrê li herêma Çiyayê Bizuna ku dikeve herêma bajaroka Findikê operasyona bejahî hatiye destpêkirin. Her wiha çend roj berê jî, ji aliyê Cizîrê ve ber bi Çiyayê Gabarê ve zêdetirî 50 wesayîtên leşkerî hatibûn sewqkirin.

Li gel vê herêmê dem dem liv û tevgera helîkopteran jî pêk tê.

(kom/zt)