Desteya Jinê serdana Meclisa Dada Civakî kir

16:36

JINHA

QAMIŞLO - Heyetek ji Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê serdana Meclisa Dada Civakî ya Qamişlo kirin û rewşa jinê di qada dadê de nîqaş kirin.

Heyetek ji Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê serdana Meclisa Dada Civakî ya Qamişlo kirin. Heyet ji seroka Desteyê Emîna Omer û cîgirên wê Emel Gewriyê, Jînda Elî û Evîn Qafûr pêk dihat. Her wiha ji Meclisa Dada Civakî herdû hevserok Aynûr Paşa û Luqman Ibrahîm amade bûn. Ji Desteya Jinê Emîne Omer axivî.

Emîne di axaftina xwe de pirsa rêya pêkanîna zagonên jinê û dozên taybet ên jinan û bi giştî sedemên berdan, şîdeta li ser jinê û zewaca bi temenê piçûk kir. Emîne ji Meclisa Dada Civakî belgeyeke bîlançûyê xwest. Emîne têkiliyên Meclisa Dadê bi komeleyên jinên bajar û têkiliya di navbera wan de ji bo dewamiya kampanya danasîna Zagonên Jinê li gundan pirs kir û di vê barê de agahî xwest.

Hevseroka Meclîsa Dada Civakî Aynur Paşa jî agahî da û diyar kir ku ew piranî bi dozên jinan re bi baldarî nêzîk dibin û got: "Em dibînin ku jin êdî xwe ji bin zilma zilaman derdixin, em jî hewl didin ku dozên jinan çareser bikin."

Piştî heyetê serdana Desteya Jinê ya Meclisa Dada Civakî bidawî kir, heyet derbasî Dîwana Dada Civakî bû. Li wir jî pirsa rêyên pêkanîna Zagonên Jinê hate kirin û bersiva pirsên Desteyê ji hêla Dîwanê ve hatin dayîn. Nîqaş li ser rewşa jinê di aliyê dad û dozên jinan de hate kirin. Wek encam jî endamên dîwanê dane zanîn ew jî bi her awayî ji bo pêkhatina zagonan di nav helwdan û xebat de ne.

(lç/hs/zt)