14`ê Tîrmehê li Kobanê hat bîranîn
08:04
JINHA
KOBANÊ - Bi pêşengiya TEV-DEM`ê li Kantona Kobanê 14'ê Tîrmehê hat bîranîn.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Kantona Kobanê ji bo 34`emîn salvegera bîranîna 14`ê tîrmaha sala 1982 a zîndana Amedê civînek li darxistin.
Di Civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpêkirî de bi sedan jişêniyên gundê Qeremezrê amedebûn. Di civînê de Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Rûken Ehmed axivî.
Rûken diyar kir ku bingeha berxwedana Kobanê ji zindana Amedê tê. Rûken da zanînn ku wê şoreşa 19`ê tîrmehê ku 5 sal li serwê re derbasdibin pîroz bikin lê vê carê 19`ê tîrmehê hat û hemû cureyên serkeftinê bi xwe re anîn.
Civîn bi siloganên "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" bidawîbû.
(ze/zt)