ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li Wanê di serdegirtina malan de dema ku hêzên dewletê derdora malê girt û banga "teslîmbibe" kirin. Endama YPS’ê Zîlan Kurt berxwedanek mezin nîşan da û got: “Navê min Zîlan e. Ez rêhevala Arîn Mîrkan û Zîlam im. Ez teslîmî we nabim.” Dayika Zîlan ê diyar kir ku ku keça wê bi tilîliyan dawî li jiyana xwe anî û wiha got: "Ya herî hêzê dide min, ewe ku keça min teslîm nebû, heya nefesa xwe ya dawî li ber xwe da."

*Jinên li gundê Îde Berîvaniyê diyar kirin ku ew naxwazin dengê balefirên şer li zozanên wan bên bihîstin.

*Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmakê diyar kir ku wê li dijî gotinên zayendperest yên serokwezîr Bînalî Yildirim, têkoşîna jinê zêde bibe û wiha got: “Di vir de dîtina zîhniyeteke DAIŞ’ê mumkune. Nêzîkatiyeke ku jinê ji civakê dur dibîne û di civakê de îzole dike heye. Ji roja AKP bûye desthilatdar heta îro, qirkirina jinê derketiye asta herî jor û bi van nêzîkatiyan tê dîtin.”

*Jinên Sûriyeyê balkişandin ser nîqaşên têkildarî dayîna welatîbûnê ya ji bo penaberan û gotin: “Em welatîbûnê naxwazin, em dixwazin vegerin ser xaka xwe.”

*Dayikên Wanê yên aqûbeta rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter pirsîn gotin: “Hurşît kurê me ye, emê pirsa Hurşît Kulter li ku ye?’ berdewam bikin. Heta em agahiyê negirin emê bibin yek û aqûbeta Hurşît bipirsin."

*Di rapora ku bijîşkê Sibel Çapraz Prof. Dr. Çetin Kotan emelyat kirî ji parêzerê wê re şandî de ger Sîbel neyê emelyatkirin jiyana wê dikeve xeterê. Dema ku Bijîşk rîskek wiha ya jiyana Sîbel daniye berçavan, birayê wê Necip Çapraz jî da zanîn ku Sîbel ji mirinê re hêlane.