Selma Irmak:Li dijî gotinên zayendperest wê têkoşîna me bilind be

09:05

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED – Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmakê diyar kir ku wê li dijî gotinên zayendperest yên serokwezîr Bînalî Yildirim, têkoşîna jinê zêde bibe û wiha got: “Di vir de dîtina zîhniyeteke DAIŞ’ê mumkune. Nêzîkatiyeke ku jinê ji civakê dur dibîne û di civakê de îzole dike heye. Ji roja AKP bûye desthilatdar heta îro, qirkirina jinê derketiye asta herî jor û bi van nêzîkatiyan tê dîtin.”

Serokwezîr Bînalî Yildirim bi gotinên wekê ‘Di cejnê de welatî çûne serwîsên beşa lezgîn. Hun dizanin ji bo çi dikin? ji bo keçan bibînin diçin’ pêşî li êrîşa zayendî ya li hemberî xebatkarên tenduristiyê yên ji vedike. Li dijî vê parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmakê bertek nîşan da û got ji aliyê serokwezîrê welatekî ve daxuyaniyek wisa nîşan dide ku ew welat hatiye kîjan astê. Selmayê got: “Ev jî polîtîkayên zayendperest yên hikûmetê nîşan dide. Gotinên ku beyî şerm hatiye gotin, zîhniyeta hikûmetê nîşan daye. Em gotinên bi vî rengî ti car qebûl nakin û şermezar dikin.”

'Ev nîşaneya nêzîkatiya zayendpereste’

Selmayê got derketiya holê ku çiqas bi zayendperest nêzî jinê û polîtîkayên jinê dibin û got ev ne êrîş û gotinên yekem yên li hemberî jinêne û wiha pê de çû: “Wezîr, serokwezîr û akademîsyenên hikûmeta AKP’ê dem bi dem gotinên tacîzê anîn ziman.Ev jî nîşan did eku AKP çawa nêzî polîtîkayên jinê dibin. Di vir de zîhniyeteke DAIŞ’ê mumkune. Ev nêzîkatyeke ku jinê îzole dike û ji civakê dur dixeye. Ji roja AKP bûye desthilatdar heta niha qirkirina jinê derketiye asta herî jor.”

'Emê xwe rêxistin bikin û mafê xwe bikarbînin’

Selmayê balkişand ser sedema dib in taciz, tecawiz, êrîş û kuştina jinê û got her cureyê êrîşê hatiye rewakirin. Selmayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Zîhniyeta mêr cesareta xwe ji kanalên hikûmetê û darazê digire. Mêrên ku jinan qetil dikin ji pêkanînên ‘ji rewşa baş daxistina ceza’, ‘ji ber rêzdariyê daxistina ceza’ fêdeyê digirin û ev jî pêşî li komkujiyan vedike. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jî ji ser jinan pêk tê û wek çeteyên DAIŞ’ê berê di dîrokê de jin wek ganîmeta şer dihatin dest girtin. Lê emê desturê nedin ku jin wek ganîmeta şer bê dest girtin. Berê wek ganîmet dihatin dest girtin. Niha heman zîhniyet ji aliyê DAIŞ û hikûmeta AKP’ê ve tê meşandin. Lê em jin wê xwe li her qadê rêxistin bikin û bersivê bidin plankeran. Emê wek jin parastina xwe ya cewherî bikin. Ne AKP û ne jî DAIŞ’ê wê bigihêjin armanca xwe.Emê têkoşîna xwe di asta herî jor de bimeşînin.”


(mm/hu)