Ji bijîşkê Sibel banga lezgîn: Ger emelyat nebe dibe bimire!
09:09
Ruken Tuncel / JINHA
STENBOL - Di rapora ku bijîşkê Sibel Çapraz Prof. Dr. Çetin Kotan emelyat kirî ji parêzerê wê re şandî de ger Sîbel neyê emelyatkirin jiyana wê dikeve xeterê. Dema ku Bijîşk rîskek wiha ya jiyana Sîbel daniye berçavan, birayê wê Necip Çapraz jî da zanîn ku Sîbel ji mirinê re hêlane.
Endama Meclisa Giştiya Navenda DBP'ê Sibel Çapraz a ku li navçeya Gevera Colemêrgê bi gulebarana polîsan birîndarbûyî hîna tedawiya wê neqediyayî girtin û şandin girtîgehê. Sîbel a ku ruviyên wê ji derveye girêdayî sondayê dijî. Bijîşkê ku Sîbel li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê emelyat kirî Prof. Dr. Çetin Kotan di rapora ku ji parêzera Sîbel Banu Guvener re şandî de nirxandinên xwe yên girêdayî tenduristiya Sîbelê kiriye. Di rapora ku Prof. Dr. Çetin di 12'ê tîrmehê şandî de wiha gotiye: "Di emelyata despêkê ya mijdara sala 2015'an de, di rêbendan an jî sibata sala 2016'an de divê emelyata duyan hatibana kirin, heya niha paşde dixin. Ji ber nikarin ruviyên wê têxin hindir, rîska jiyanê mezin heye."
‘Dikare rê li ber enfeksiyon komplikasyonê veke’
Çetin destnîşan kir ku ji bo Sîbel bikare bijî divê li hember komplikasyonê her tim dibin qontrola bijîşkandebe û wiha domand: "Hîna nikarin ruviyên wê têxin hindir. Encamên metobolikê rîska mezin a jiyanê dide çêkirin. Divê Sîbel li nexweşxanê dibin qontrola bijîşkan de bê girtin. Divê zu emelyata ruviyan bê kirin. Hem jî divê kesê berdewam lêbinêre li gel hebe."
‘Xwişka min ji bo mirinê hêlane’
Birayê Sîbelê Necip Çapraz jî diyar kir ku di hevdîtina wî li gel xwişka xwe li Girtîgeha Tîpa R ya Menemenê kirî de rewşa xwişka wî ne başbuye di aliyê cihê lê dimîne de û wiha dom kir: "Berê gotibun ku ger rewşa tenduristiya Sîbel başbibe dê milê wê jî emelyat bikin. Ev emelyat divê ser hev neyên kirin. Dawiya her emelyatekê divê hinek xwe kombike paşê ya dinê. Lê xwişka min terkî mirinê kirine."
(zt)