Sultan Irmak li Farqînê ber bi bêdawiyê ve şandin
11:49
JINHA
ŞIRNEX - Malbata Sultan Irmak a ku di yekemîn bodruma hovîtiyê ya Cizîrê de hatibû qetilkirin, piştî testa DNA'yê aşkere bû, cenazeyê keça xwe ji Silopya wergirtin li Farqînê sipartin axê.
Sultan Irmak di bodroma hovîtiyê ya Cizîrê de hat qetilkirin, di 30’ê Çile de ji ber ambulans neçû jiyana xwe ji dest dabû. Sultan a 8 rojan birîndarî di bodrumê de li ber xwe da, cenazeyê wê ji aliyê hezaran kesan ve rakiribûn Saziya Tipa Edlî ya Riha, Mêrdîn, Dîlok, Şirnex û Xabûrê. Cenazeyê wê di 11’ê Sibatê de ji aliyê malbatê ve hat girtin û li gundê Cano ya Farqîna Amedê hat definkirin. Piştî demekê di encama DNA’yê de derket holê ku cenaze ne aîdê Sultan e û cenazeyê hatiye definkirin aîdê Derya Karahan a li Cizîrê hatiye qetilkirin e.
Piştî ku malbata Sultan encama DNA'ya keça xwe girt ji navçeya Silopya ya Şirnexê cenaze wergirt û birin navçeya Farqîn a Amedê. Di merasîma cenaze de li gel malbatê Hevserokê Navenda DBP'a Amedê Abdullah Eflatun, Wekîla Hevşaredara Farqînê, rêveberên DBP û HDP'ê jî di navê de gelek kes amadebûn. Di saetên şevê de cenaze li goristana gund hat definkirin.
(zt)