'Beşên lezgîn ne amûra nûçeyên magazînê ne’
14:59
JINHA
AMED – Kedkarên Tenduristiyê yên Amedê bertek nîşanê gotinên serokwezîr Bînalî Yildirim dan û gotin divê lêborînê bixwazin û gotin: “Beşên Lezgîn ne mijara nûçeyên magazînê ye.”
Şaxa SES’ê ya Amedê û Odeya Tabîban a Amedê bi armanca bertekê nîşanê daxuyaniya serokwezîr Bînalî Yildirim a wekê ‘Ji bo keçan diçin beşên lezgîn’ bidin li ber Beşa Lezgîna Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşar Gîl daxuyaniyek dan. Sekreterê Giştî yê Şaxa TTB’ê Şerîf Demîr got beşên lezgîn xeteke zirav ya di navbera mirin û hebûnê de ye û got serwîsên lezgîn nekarin bibin nûçeyên magazînê.
Şefîf diyar kir ku wekê ku serokwezîr gotiye Beşên Lezgîn di nava xebateke ‘tabloya pembede’ naxebite û got: “Birêz Serokwezîr xebatkarên beşa lezgîn di bin tehdîd û zextan de ne. Li beşên lezgîn jin rastî şîdet û tacîzê tên . Nexweşxane û beşên lezgîn wekê ku serokwezîr behs dike ne cihên şêrînin. Em bang dikin ku serokwezî lêborîna xwe bixwaze.
(be/hu)