Ji bo Evîn Karaçelîk a HPG’î mewlud hat dayîn

15:25

JINHA

MÛŞ – Ji bo Evîn Karaçelîk (Gulbahar Demhat) ya HPG’î k udi êrîşa bombeya hewayî ya li bejahiya Elkê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Sirtalî ya Gimgima Muşê mewlut hat dayîn.

Rêveberên DBP, HDP’ê û MEYADER’ê û gelek welatî beşdarî mewludê bûn. Li mala şînê ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin, dua hatin xwendin û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Piştre xwarin li mîvanan hat belavkirin û mewlud bi dawî bû.

(va-db/hu)