Konferansa Rewşenbîrên Kantona Cizîrê dawîbû
19:24
JINHA
QAMIŞLO - 2. Konferansa Rewşenbîrên Kantona Cizîrê ku di bin dirûşmeya 'Bê Zihniyeta Azad Şoreş Nabe' hate lidarxistin, bi encam bû. Hevserokên yekîtiyê hatin hilbijartin.
Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê 2. Konferansa xwe ya asayî bi tevlîbûna 200 delegeyan li Salona Mihemed Şêxo ya TEV-ÇAND li dar xistin. Di konferansa ku bi dirûşmeya 'Bêyî Zihniyeta Azad Şoreş Nabe' 100 bêtir mêvan jî beşdarî kirin. Nûnerên rêxistin û Rêveberiya Xweser jî tevlî konferansê bûn. Li salona konferansê posterên rewşenbîrên Kurd û rengên kesk, sor û zer hate daliqandin. Di destpêka konferansê de axaftina vekirinê jihêla Ebdulselam Ehmed ve hate kirin. Ebdullselam girîngiya rewşenbîriyê anî ziman. Paşê bi ser navê TEV-DEM'ê Şahoz Hesen û bi ser navê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Sarûxan nêrînên xwe anîn ziman. Hevseroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid jî cangoriyên şoreşê û rola rewşenbîran di pêvajoyê de anî ziman. Di berdewamiya konferansê de bi ser navê Kongreya Star Henîfe Mihemed axivî.
Di axaftinan de endama Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava- Bakûrê Sûriyê Foza Yûsuf nêrînên xwe anî ziman. Foza di serî de destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ji bo zanist û rewşenbîriyê dergûşî kiriye, lê belê di roja îro de ev aliyê wê zuha bûye û wiha got: "Gelê Kurd û şoreşa Rojava xwedî felsefe û zihniyeteke azadîxwaz e û bi vî aliyê xwe ji cîhanê re dibe îlham û hêvî. Di şoreşê de pir qehremanî û modeleke bêmînak tê jiyîn, lê heya niha rewşenbîrên li Rojava nekarîn vê şoreşê bidin teyisandin." Foza ji rewşenbîran xwest ku erk û têgeha xwe bizanibin û bikaribin şoreşê û felsefeya di şoreşê de di civakê de bidin nîşandayîn.
Rûniştina konferansê bi xwendina esasnameyê berdewam kir. Li ser naveroka esasnameyê hin nêrîn û pêşniyar hatin û heyetek jî dê derkeve ji bo ku xalên pêşniyarkirî sererast bikin.
Navê yekîtiyê wek YRKC hate erêkirin. Herwiha hedefên yekîtiyê yên sereke wiha ne:
-Kar ji bo komkirina hemû rewşenbîran di nava YRKC.
-Afirandina rewşeke ji ronakbîriya çandî di nava YRKC bawriya bi rêgeza "Bê Zihniyeta Azad Şoreş Nabe".
-Giringîdayîna çanda jin û zarokan.
-Piştgiriya ernerjiyên fikirî û çandî yên rengereng.
-Danûstandina bi yekîtiyên herêmî, îqlîmî û cîhanî re.
-Çêkirina mektebeke navendî ji bo tevahî çandan.
Di beşê hilbijartina rêvebiriyê de jî Ebdulselam Ehmed û Leyla Îbrahîm wek hevserokên YRKC hatin hilbijratin. Di dawiya konferansê de jî ji bo pênc lijneyên yekîtiyê û endamên van lijneyan hatin hilbijartin. Lijneya Şopandinê, Lijneya Rêxistinkirina Çalakiyên Çandî, Lijneya Têkiliyan, Lijneya Maliyê û Lijneya Ragihandin û Çapkirinê. Her lijneyek ji sê kesan pêk tê.
(kom/zt)