ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Endamên Platforma Hunermendên Femînîst, li ser têgehên ‘jin’ û ‘huner-hunermend’ hewl didin di çalakî, li kolan û çapemeniya civakî xebatan bimeşînin û cudabûnê biafirînin.
*Çapemeniya alîgir jinê davêje plana duyemîn, pasîf dike, wek meta dibîne. Çapemeniya alîgir di nûçeyên têkildarî jinê de jî vê zîhniyeta mêr careke din radixe ber çavan.
*Ji Slavan heya Arînan, ji Ivanayan heya Gulanan, ji Sibelan heya Peymanan bi hezaran jinan bi tilîliyên berxwedanê şoreşa Rovaja gav bi gav honandin. Bi ketina sala 4'an ya şoreşa rojava re jinên pêşengiya şoreşê kirine di serî de parastina cewherî û siyaset di her aliyê jiyanê de xwe rêxistin dikin û modela jiyana nû pêşkêşî hemû cîhanê dikin.