Zimanê mêr yê çapemeniyê: Di malperên nûçeyan de jin li ku ne?

09:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Çapemeniya alîgir jinê davêje plana duyemîn, pasîf dike, wek meta dibîne. Çapemeniya alîgir di nûçeyên têkildarî jinê de jî vê zîhniyeta mêr careke din radixe ber çavan.

Jin di çapemeniya alîgir de bi sê awayî tê temsîlkirin; ya yekem dayik, ya duyem wek objeya zayendî, ya sêyemîn jî jin çavkaniya xerabiyê ye. Ev jî ji pegala mêtînger a kapîtalîst û zîhniyeta serdest ya mêr cuda nayê dest girtin. Zîhniyeta serdest a mêr jinê û bedena jinê dike meta û wek amûra mêtîngeriyê bikartîne. Di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de temsiliyeta li ser vê bit eşe dibe.

Çapemenî bi taybet di pasîfkirin, cudakirin û metakirina jinê de xwedî rolek girînge. Çapemenî bi gotin û wêneyên ku diweşînin vê piştrast dike.

Bila pembe ya we be, rengê jinê mor e!

Di vê mijarê de me nûçeyên têkildarî jinan de yên di malperên rojnameyan de lêkolîn kir. Me rojnameyên Sabah, Mîlliyet, Huriyet, Posta û Haberturk lêkolîn kir. Ji bilî Mîlliyetê di malperên din de beşa jinê tine. Navê vê beşê jî ne jin wek ‘Pembe Nar’ e. Ji bo jinan rengê pembe hêja hatiye dîtin.
Lê rengê jinê mor e. Mor di wateya dîrok û siyasî de wek kesek serbixwe jin e. Mor têkoşîna jina bindeste. Mor jina xurt e. Pembe jî rengekî ku zîhniyeta serdest ya mêr li jinan kiriye. Beramberiya rengê pembe, bêngengî, şikestî, narîn, şêrîne.

‘Jin tê hepskirin’
Di malperên rojnameyên din de beşa jinê tine lê, gelek nûçeyên ku difikirin ku xîtabê jinan dikin hene. Nûçeyên di formata ji bo bala jinan bikişînin ser hilberînê hene. Mirov jinê di bin ser navê; astrolojî, makyaj, zeyif bûn, zayendî, ducanî-dayikbûn, dawet, mutbex, pêlav, magazîn û xwarinê de dibînin.

Di qada cemawerî de jin tine!

Ev tablo nîşan dide ku pergala serdest jinê çawa dibîne û çawa bit eşe dike. Bi vî awayî jin her tim di qada taybet de ye û ti car di qada cemawerî û kolanê de tineye. Bi qada cemawerî re mêr eleqeder dibin.

Siyaset û akademî li ku ye?

Di nûçeyên têkildarî jinê yên van malperan de nûçeyên siyaset, teknolojî, zanist û akademîk tine. Tenê bi aliyê magazînê girtine dest.

(mc/hu)