Li Spartayê 4 kes hatin binçave kirin
11:41
JINHA
STENBOL - Li Spartayê rêveberê HDP'ê Cengîz Akkaya, du karkerên înşaatê yên navê wan nehat zanîn û xwendekarê Zanîngehê Firat Bîrer hatin binçav kirin.
Operasyonên qirkirinên siyasî yên di çarçoveya polîtîkayên şerê AKP'ê didomin. Li Spartayê xwendekarê Zanîngehê Firat Bîrer ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin. Di heman demê polîsan li Spartayê di ser mala rêveberê bajar ê HDP'ê Cengîz Akkaya de girtin û ew xistin bin çavan. Di ser de girtina malê de du karkerên înşaatê ku li mala Cengîz Akkaya diman jî hatin bin çav kirin.
Der barê kesên ku hatin binçav kirin de hîna tu agahî nehatiye bi dest xistin.
(zk)