Li Farqînê jinek jî di nav de 3 kes hatin binçavkirin

11:45

JINHA

AMED – Li gundên girêdayî Farqînê êrîşên hêzên dewletê berdewam dikin û li gundê Malahirmo jinek jî di nav de 3 kes hatin binçavkirin.

Li gundên giredayî navçeyên Farqîna Amedê ev 3 rojin xedeya derketina derve berdwam dike. Di êrîşên hêzên dewletê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, tundî û binçavkirin berdewam dikin. Li gundê Malahirmo ku lê xedexe heyî ji eynî malbatê Bedia, Eşref, Hasan Odunberen û Cîhan Dundar hatin binçav kirin. Hat zanîn ku welatiyên ku hatin binçavkirin Eşref û Hasan (25) astêngdarin.

Ji aliyêdin ve hat zanîn ku ciwanê bi navê Ridvan Okşan (13) ev durojin li gund li benda dermankirineye. Piştî israrkirina malatê Ridvan rakirin nxweşxanê. Hat zanîn ku li gund tendurîstiya gelek zarokan nebaşe.

(dt/zt)