Şaredarî avê belav dike, girse jî tekbîr dibêje

12:42

JINHA

ENQERE - Şaredariya Mezin a Enqerê, hewl dide girseya ku bi hewldana Serokomar Tayyîp Erdogan li qadan kom bibe, avê belav dike. Girseya ku li Qada Kizilayê kombûyî bi tekbîra "Allah û Ekber" qîr dikin.

Piştî Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) îlan kirina dest danîna ser rêveberiyê, di bûyerên qewimîn de nêzî 90 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li Stenbol û Enqerê hîna jî bûyer didomin. Lijneya Giştî ya Meclisê biryar girt ku ji bo civîna awarte kom bibin. Girseya ku li ser bangawaziya Serokomar Tayîp Erdogan a şevê din kirî derketin qadan, êrîşî leşker û kanalên medyayê dikin.

Bîlboardên 'Em xwedî demokrasiyê derdikevin'

Girseya ku îro li Qada Kızılaya Enqerê kom bûyîn, Şaredariya Mezin a Enqerê li ser navê dibe pêdiviya wan hebe, avê li wan belav dike.

Li pişt qada ku av lê tê belav kirin, bîlboarda Serokomar Tayyîp Erdogan a "Em xwedî demokrasiyê derdikevin" bala mirovan dikişîne.

'Papazê Pensîlvanya'

Girseya kom bûyî li ber wesayetî şewitî û rûxandin dîmenan dikişînin, alên tirkan liba dikin û tekbîra "Allah û Ekber" tînin.
Di bagaja taksiyekê ku xurde bûye de nivîsa "Papazê Pensîlvanya, nikare Îslamê bi hilweşîne" hat dîtin.

(zk)