ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Parlamentera HDP’ê ya Rihayê û biraziya wî Dîlek Ocalan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û lêkolînên li ser CPT’ê nirxand. Dîlekê got: “CPT mecbure lêkolînan bi rayagiştî re parve bike. Ev saleke ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Sedema şerê li Kurdistanê jî astengkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ye. Niha gelê Kurd û gelên bindest di bin tecrîdê de ye.”
*Hîmê bingehîn yê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ji tevahiya mirovahiyê re bûye çavkaniya hêviyê, di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de li Kobanê hate lêkirin. Di lidarketina şoreşê de kedeke mezin ya jinan heye. Me jî nêrînên jinên Kobanê girêdayî şoreşê pirs kir û bersivên pir watedar ji wan wergirt.
*Jinên Wanê bertek nîşanî gotina Serokwezîr Bînalî Yildirim dan û gotin: “ Ka bila birînên me derman bikin zewicandin ne karê wî ye.”
*Rêvebira Kongra Star a bajêr Dîlan Hesen, derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike de nirxandin kir û got: "Dewleta Tirkiyê bi tecrîda girankirî ya ser Rêber Apo dide meşandin, dixwaze gel ji fikir û ramanê wî dûr bixe û qut bike."
*Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrînê Fatma Lekto derbarê kuştina jinên ku di demên dawî de li Kantona Efrînê zêde bûye, nirxandin kir.