‘Em dayika Hurşîtin em kurê xwe dixwazin’

11:41

Zeynep Akın/JINHA

ÊLIH – Malbatên windahiyan aqîbeta Hurşît Kulterê ku li navenda Şirnexê dibin çavan de hatî windakirin pirsîn û gotin: “Em hemû dayika Hurşîtin em kurê xwe dixwazin.”

Ji rêveberên DBP’ê ya Şirnexê Hurşît Kulter ji 27 gulanê ku hatiyê binçavkirin ev 51 yek roje agahî jê tuneye. Ji bo Hurşît li ser tora civakî kampanya dane destpêkirin her roj piştgirî zêdetir dibin. Malbatên windahiyên Êlihê ku xizmê wan hatine windakirin gotin: ‘Em Kerîme Kulter fêmdikin ji bo ku me jî ew êş kişandiye’ û aqîbêta Hurşît pirs kirin. Malbatên windahiyan gotin: “Bi hêzaran zarok, hevjin û xizmên me dibin çavan de hatin windakirin. Ev bi salaye em aqîbeta zarokên xwe pirs dikin. Ev 50 roje em bi hev re pirsa ‘Hurşît Kulter li kuye? dikin, heya ku Hurşît neyê dîtin em ê her roj pirs bikin.”

'Em êşa windabûnê dizanin’

Ji malbatên windahiya Mufide Agayen diyar kir ku ev 22 sale kurê wê Îsmaîl windaye û wiha axivî: “Ev 51 rojin Hurşît Kûlter windaye. Em naxwazin dayika wî jî tiştên me jiyan kiriye bijî. Em dixwazin Hurşît bê dîtin. Em êşa windabûnê zanin. Ji bo em daxwaz dikin bila kurê Kerîme Kulter bê dîtin. Hîn nebûyî dereng em dixwazin Hûrşît saxbibîn in û radestî malbatê bê kirin.

'Bila dilê Kerîme neşewitînin’

Mufide da zananî ku wê tucar devj ji gera kurê xwe Îsmaîl berneda û ewê gera xwe berdewam bike û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em li gel dayika Hurşîtin. Dewletê dilê me şewitan bila dilê Kerîme neşewite. Bi salane em vê êşê dikişînin bila tukes vê êşê nekişîne. Bila di heman demê de aqîbta Hurşît bê eşkere kirin. Bi salaye em edalêt dixwazin lê hîn zarokên me tên windakirin. Ev 51 roje Hurşît windaye. Gelo Hurşît girtiye? An hatiyê qatikirin? An jî dijî? bila ev pirs bên zelal kirin û Hurşît bê dîtin. Bila Kerîme êşa ku me jiyan kirî nejî.”

Heya Hurşît bê ditîn ‘Hurşît li kuye?’

Mufide bilêv kir ku heya Hurşît neyê dîtin dê pirsbikin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ez bang li mirovên ku Hurşît windakirine dikin, ma wijdanê we nîne, ma hûn qet ji êşa Kerîme bandor nabin. Gelo zarok yan jî xizmên we bên windakirin hûnê çawa jiyan bikin?. Ev 22 sale ez li kurê xwe Îsmaîl digerim, hîn hestiyên wî nehatine dîtin. Yên ku ev êş bime dan jiyan kirin ez heqê xwe helal nakim. Ne li dinê û ne li wê dinê ezê gilîkarê wan bim.”

'Em hemû dayika Hurşît Kûlterin’

Ji xizmên windayan Altusaç Bişici jî diyar kir ku ew 21 sale li aqîbeta birayê xwe Mehmet Şirîn Maltu dipirse û wiha êşa ku jiyan dike anî ziman: “Em hemû dayika Hurşît Kulterin em kurê xwe dixwazin.” Altusaç ê got ku bila Hurşît bê dîtin û wiha xemginiya xwe anî ziman: “Ji bo ku Kerîme tiştên me jiyan kirin nejî em bêsekn li Hurşît dipirsin. Ev 51 roje Hurşît windaye. Heya Hurşît neyê dîtin em ê pirs bikin.”

'Dayikek bifikirin ev 50 roje li kurê xwe digere’

Altusaç wiha dom kir: “Em dayika Kerîme Kulter fêmdikin. Hurşît ji ber xwe winda nebû be çawa hatiye windakirin bila bi wî şeklî jî bê dîtin. Birayê min Mehmet Şirîn Maltu ev 21 sale windaye ji bo wî ez dayika Kerîme fêmdikim. Dayikek bifikirin ev 50 roje li kurê xwe digere.”

(dt/zt)