Meclîsa Jinên HDP’ê: Em li hemberî hemu cure darbeyanin
13:18
JINHA
ENQERE - Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê, diyar kir ku ew li dijî hemû cureyên darbeyan ên ku têkoşîna azadiya jinê û siyaseta demokratîk armanc dike nin. Meclîsa Jinê xwest ku kolan li jinan û kesên aştiyê dixwazin bê vekirin.
Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê, têkildarî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrehê daxuyaniya nivîski weşand. Melîsa Jinê ya HDP'ê diyar kir ku fikara wan ji berê de heye û wiha got: "Bi vesayeta Qesrê, meclîsa di 7'ê Hezîranê de hat avakirin hat xerakirin. Qesrê, darbebeyek siyasî û sivil pêk anî. Qesra ku vîna gel nas nekir û li dijî vîna gel darbe pêk anî, li dijî gelê kurd û hêzên demokratîk şer meşand. Bi pergala darbeya faşîst û sivîl rengê xwe diyar kir û niha bi pergalek nû ya darbeyê dixwaze vîna gel tune bihesibîne. Her dem partiya me û vîna jinê kiriye hedefa xwe. Her dem me hişyariya darbeyê kiriye û me çareserî wekî siyaseta demokratîk peşkêş kiriye.”
Darbeya Qesrê û leşkerî dijminên jinê ne
Meclîsa Jinê diyar kir ku ha darbeya leşkerî ha darbeya siyasî û ha darbeya qesrê hemû dijminên jinê ne û hemû mafê jinê binpê dikin û jinê dikin hedef û wiha got: "Em weki jin ne darbeya qesrê û ne jî darbeya leşkerî ku ku hêza xwe derdixe kolanan qebûl dikin. Em li şûna vêya dixwazin ku gelê aştiye dixwaze û jin ji bo mafê xwe dakevin kolanan. Em naxwazin hêzên darbekar dakevin kolanan. Li şûna darbekaran jin û gelê aştiyê dixwazin divê devin kolanan.
Li cihê çeteyen faşîst ên DAIŞ'ê lê tura davêjin, hêza leşkerî û qesrê nabin alternatifên hev û feraset û hişmendiya herduya yek e. Têkoşîna Azadiya Jinê ji van hêzan yekê nake tercîh û hilnabijêre. Ji bo jinan hilbijêra jiyana ewle û azad tenê jiyana komara demokratîk û civaka demokratik e.”
Bila kolan li jinan bê vekerin
Jinan di berdewama daxuyaniyê de xwest kolan li darbekaran neyê vekirin û li şûna darbekeran pêwiste kolan li jinan û gelê aştiyê dixwaze bê vekirin.
(zt)