Piştî darbê ji bo girtiyan ji qedexeya hevdîtinê dan
18:18
JINHA
STENBOL - Derket holê ku piştî hewldana derbeyê, hemû hevdîtinên girtiyan ên bi parêzeran ji hêla Wezareta Edaletê ve hatine qedexekirin.
Hat diyar kirin piştî hewldana derbeyê, hevdîtinên girtî û parêzeran ji hêla Wezareta Edaletê ve hatine qedexekirin. Buyer piştî parêzerên Endamê Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) çûn Girtîgeha Bursayê derket holê.
Parêzerên çûn girtîgehê, ji wan re hat gotin ku "heta fermaneke duyemîn, hevdîtinên parêzeran ji hêla Wezareta Edaletê ve hatiye qedexekirin." Piştî parêzeran nivîsa der barê vê biryarê de ji rêveberiyha girtîgehê xwestin, rêveberiya girtîgehê li Wezareta Edaletê geriyan.
Li ser hevdîtinan, vê carê ji parêzeran re hat gotin ku "ev qedexe li ser girtiyên edlî hatiye rakirin. Lê qedexeya li ser girtiyên siyasî berdewam dike. Her wiha heke girtiyên siyasî bên tehliyekirin jî dê destûra tehliyeyê neyê dayîn. Ev qanûn bi taybetî ji bo girtiyên ji doza cemaetê hatine girtin derbas dar e."
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) dan zanîn ku ew nikarin li gelek girtîgehan bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin û aşkera kirin ku dê der barê vê mijarê de serlêdana nivîskî bikin.
Her wiha axaftinên bi riya telefonê bi malbatan re tê kirin jî hatiye qedexekirin.
(zt)