ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Şaredariya Çêldêranê û ÎŞ-KUR’ê bi hev re ji bo afirandina qada îstîhdamê atolyeyek tekstîlê projeya wê çêkiribûn. Lê bi vekişîna ÎŞ-KUR’ê re hat rawestandin. Hevşaredara Çêldêranê Suna Atabay, helwesta Îş-Kurê wek helwestek siyasî nirxand û got li dijî vê rewşê wê atolyeya tekstîlê biguherin kooperatîfê.

*Jinên Rojavayê yên ku 19'ê Tîrmehê wek şoreşa civakî ya avakirina mirovên azad pênase dikin gotin: "Ev şoreş bi pêşengiya jina azad ber bi jiyana azad ve diçe."

*Koçberên Mûsilê yên li Kampa Holê dimînin ji rêxistinên mafê mirovan derman ji nexweşan re xwestin.

*Dayika Kader Rua (Avaşîn Erîş) a HPG yî ku di şerê li navçeya Şaxê ya Wanê di 28’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dayî Gulîstan Rua diyar kir ku ew dayika herî serbilinde û got: “Ez dayika keçek bi cesaret a li peyi xeyalê xwe çuyî me. Keça min giha xeyalên xwe, lorinên nîvî mayî di rêya azadiyê de temam kir.”

*Li Gundê Îde jin serê sibehê zû radibin û berê xwe didin zozanan ji bo komkirina pincar. Jin wan pincarên herî bitam ji deverên herî bilind kom dikin, paşê ji bi hev re li ber sohbetan ji bo zivistanê amade dikin.