Jinên Kampa Holê li benda alikariyê ne

09:04

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Koçberên Mûsilê yên li Kampa Holê dimînin ji rêxistinên mafê mirovan derman ji nexweşan re xwestin.

Di dema koçberiyê û bicihkirina mirovan li kapman de nexweşiyên cuda jî derdikevin. Li Kampa Holê ya Rojava ji nexweşî zêdebune. Jinên Kampa Holê ya koçberên Mûsilê bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kirin ku ji bo nexweşan derman peyda bikin.

Jina bi navê Zêna El Elî ku nexweşiya gurçik pê re heye derbarê rewşa nexweşên kampê û zehmetiyên dermankirinê de wiha axivî: "Tevî hemû alîkariyên ku ji hêla rêveberiya kampê ve ji bo koçberan tê kirin, hîn hinek derman ji bo nexweşan ji ber nebûna wan zû nayên peydakirin. Em bang li Saziyên Mafê Mirovan dikin dermanan ji bo koçberên Mûsilê bişîne."

Koçbera bi navê Şaha Hisên jî kiryarên ku serokê Herêma Başûrê Kuridstanê di derheqê koçberan dike şermezar kir û wiha got: "Barzanî û hêza xwe hemû rêbaz bikartanîn da ku nehêlin koçber derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Niha careke din rê li pêşiya me digire ku em derbasî Îraqê bibin."

Necah Ebdullah jî ji gelek nexweşiyan gilî dike û wiha dibêje: "Tu kes ji bilî Rêxistinên Rojava alîkariya me nake, em bang li Rêxisitnên Mafê Mirovan dikin ku alîkariya me bikin. Bi navê mirovahiyê bang dikin, lê tu mirovahiyê di nava pratîka xwe de nahewînin, ji ber ku ev demeke em hewceyî alîkariyê ne û tu rêxistinek ji wan xwedî li me derneketiye."

(hs/zt)