Jin dê Nisêbînê ava bikin
13:44
JINHA
MÊRDÎN - Kordînasyona Jinan a Nisêbînê ji bo pirsgirêkên jinan yên di dema êrîşan de pêk hatin û ji nû ve avakirina Nisêbînê dest bi xebatên xwe kir. Kordînasyonê diyar kir ku ew dê li ser milê jinan û ciwanan xebatên xwe bikin û bang li jinan kir ku ew li hember polîtîkayên dewletê zayendî tevlî xebata ji nû ve avakirinê bibin.
Piştî êrîşên qirkirinê yên ji 14'ê adarê pêde li ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê pêk tên niha jî li gel qedexeyê hilweşandina avahiyan gelê Nisêbînê berdewam dike. Li gor daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê dê sibe qedexe li hin taxên navçeyê rabin. Li gel hemû êrîşên hêzên dewletê jî gelê Nisêbînê guh nade qedexeyê û vedigere malên xwe. Kongreya Jinên Azad (KJA) jî ji bo pirsgirêkên jinan ên di vê serdemê de derketîn holê û ji nû ve avakirina bajêr dest bi xebatên xwe kir. KJA'ê ji bo van xebatan li Mêrdînê bi partiyên sîyasî û Saziyên Civaka Sivîl re civîn lidar xist û piştî civînê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Li gor daxuyaniyê ji bo ku jinên Nisêbînî vegerin xaniyên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine hilweşandin û birînên xwe bipêçin komîsyonên, "polîtîkayên jinan", "tenduristî" , "hiqûq" û tepsîta ziyanê" hatine avakirin û dê xebat di bin banê van komîsyona de werin meşandin.
kordîsnasyonê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanc û êrîşên dewletê yên li ser jinan û ev tişt hatin gotin: "Di van êrîşan de jin di dehefa dewletê de bûn û ji ber vê yekê dê jin di pêvajoya ji nû ve avakirinê de rola pêşengtiyê bilîzin. Di êrîşên li ser Nisêbînê de nêzîkatiyên zayendî yên li hember jinê derketîne asta jerî jor de."
'Ji nû ve avakirina civakê dê bi jin û ciwanan pêk bê'
KJA'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku di êrîşên qirkirinê de jin û ciwan hedef hatin girtin û daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Dewletê di kesayeta jinê de civak hedef girt û vê heman armancê êrîşên xwe berdewam dike. Li Nisêbînê dê ji nû ve avakirina civakê ji aliyê jin û ciwanan ve pêk were."
KJA'yê di daxuyaniya xwe de bang li jinan kir ku tevlî xebatan bibin û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Gelek girîng e ku hemû jin tevlî xebatên ji nû ve avakirina Nisêbînê bibin. Em bang li bijîşk, parêzer, parêzvanên mafên mirovan û jinên femînîst dikin ku tevlî xebatên ji bo Nisêbînê bibin. Werin em bi hev re tevlî xebatên li hember êrîşên dewletê yên zayendî bibin."
Kordîsnasyon dê xebatên xwe di bin navê komîsyonên "polîtîkayên jinan", "tenduristî" , "hiqûq" bike û peywira van komîsyonan ev in:
Komîsyona tenduristiyê
Dê kendarên jin yên Yekitiya Tabibên Tirk (TTB) û Kekdarên Sendîkaya Tenduristiyê ji bo tenduristiya jin û zarokan xebatan bikin. Her wiha dê derbarê kesên ku ji bi êrîşên dewletê ji aliyê derûniyê ve nexweş jî werin tedawîkirin. Ev komîsyon dê bi xebatkarên dildar re demek dirêj li navçeyê xebatên xwe bimeşîne.
Komîsyona hiqûqê
Ev komîsyon jî dê li ser binpêkirina mafan, ji bo nerazîbûna li hember xerabkirina avahiyên gel xebatan xwe bike û mafê gel yên hiqûqî biparêze. Her wiha dîsa ev komîsyon dê li ser navê jinên ku di êrîşan de rastî bê hiqûqtiyê hatine bikeve nava tevgerê.
Komîsyona polîtîkayên jinan
Ev komîsyon jî dê ji bo gelanîna hev ya jinan xebatan bike. Her wiha dê ev komîsyon pêwîstiyên jiyanî yên jinan pêk bîne û alîkariya madî û manewî bide jinan. Ev komîsyon dê pirsgirêkên jinan weke rapor amade bike ji bo hevkariyê demek dirêj xebatên xwe bimeşîne.
Kordînasyona Jinan a Nisêbînê dê xebatên ku bike bi rêya Komîsyona Polîtîkayên Jinan bi raya giştî re parve bike
(kom/no/zt)