Hêzên dewletê jinek qetilkirin

14:19

JINHA

COLEMÊRG – Leşkeran li bajaroka Xirvatê ya navçeya Gevera Colemêrgê, jina 55 salî Surmî Înce qetil kir.

Leşkeran li bajaroka Xirvatê ya Geverê jina 55 salî Surmî Înce ya dema taştê dibir ji zarokên xwe yên paletî dikirin re qetil kir. Hevjînê Surmî çû hawara wê û ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Lê ligel hemû madaxaleyan Surmî jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê xizmên Surmî li ber deriyê nexweşxaneyê kom bûn.

(kom/zt)