Zarokên Şirnexê ber bi kampên havînê ve ketin rê

14:50

JINHA

ŞIRNEX - Zarokên şirnexê yên ku ji warê xwe hatine koçberkirin ji bo kampa havînê ber bi Gola Hazarê ve ketin rê.

Zarokên Şirnexê yên temenê wan di navbera 9-14'an de di çarçoveya xebata Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo ku tevlî kampa havînê bibin ber bi Gola Hezarê ya li Xarpêtê bibin ketin rê. 110 zarokên ku malên wan koçî navçeya Qileban, bajarokên Dêrgûl, Sêgirkê û gundên Cifane, Avgamasya, û Hîlal yên Şirnex bûne bi mamosteyên Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Şaredariya Şirnex re serê sibê ketin rê û dê 5 rojan li wir bimînin.

(kom/no/zt)